• Monday, 16 February 2026
logo

Terorîsta gomanbar di terora Parîsê de bi rêya Tirkiyê çûye Suriyê

Gulan Media January 13, 2015 Nûçe
Terorîsta gomanbar di terora Parîsê de bi rêya Tirkiyê çûye Suriyê
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Hayat Boumedienne ku hevjîna êrîşkarê Parîsê Amedy Coulibalyî ye, di 2 ê çileyê de hatiye Tirkiyeyê û ji vir re jî derbasî xaka Suriyeyê bûye.


Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di derbarê mijara êrişa li Parisê de axivî. Çavuşoglu ragihand, ku jina Amedy Coulibalyê ku li Parîsê êrîş biribû ser supermarketeka cihûyan, Heyat Boumedienne, di 2ê çileye de hatiye Tirkiyeyê û di hotelekê de maye.

Li gor zanyariyan Hayat Boumedienne ji firgeha Madrîd a Ispaniya ve çûya Istanbulê û heyama du rojan jî li Istanbulê li Hotêlekê maye û piştre jî her bi xaka Tirkiyê re derbasî nava Suriyeyê bûye.
Di bareya mijarê de wezîrê derveyê Tirkiyê herwiha got, ku hatiye zanîn ku jinka terorîst di 8’ê çileyê de derbasî Suriyeyê bûye.

Çavuşoglu diyar kir ku heta wê demê bi sedema ku ji Fransayê ti hişyarî negihjitiye destê rayedarên Tirkiyê, wan ti destwerdan nekirine.

Top