• Monday, 16 February 2026
logo

Plana êrîşa Parîsê hatiye guhertin, frokexaneya Mûsilê hatibû amadekirin

Gulan Media January 13, 2015 Nûçe
Plana êrîşa Parîsê hatiye guhertin, frokexaneya Mûsilê hatibû amadekirin

Diyarbû ku plana êrîşa li ser govara Charlie Hebdo hatiye guhertin û herdu birayên Kuaşî jî beriya êrîşê 4 caran kolana govar lê çavdêrî kirine û her weha der barê planê de agehî şandine navenda DAİŞê.

Plan ew bû ku balafirê birevînin

Li gor raportekê rojnameya Yeni Şafak a Tirkî ya niviskar Çetiner Çetin, divêya plana çalakiya Parîsa paytexta Fransa 29’ê meha Kanûnê, pêk were. Herdu birayên Kuaçi, di 24’ê Kanûnê de plan danîbûn ku balafira Fransa-Kanada birevînin û bi tevê rêwiyan bigehînin balafirgeha Musilê.

Li gor îddîayan ji bo cîbicîlirina vê planê, li balafirgeha Musul a Iraqê jî hemû amadekari hatibûn kirin. Balafirgeha Musilê ku ev 7 mehe kar nake. Lê belê, piştî ku amadekariyên li balafirgehê hatine encamdan rêveberiya Bexdayê pê hesî. Lê nehate zanîn ka ji bo çi balafirxane tê amade kirin.

Xelîfeyê DAİŞê Ebubekir Baxdadî pêştir ragehandibû ku ewê şer veguhezin nav axên Awropa. Li gor raporta rojnameya Yenî Şafak, bi çalakiya revandina balafira Fransî wê çalakiyên li Awropa destpê bikira. Lê belê, herdu kesên Cezayîrî yên li balafirgeha Orly a Parîsê kar dikirin, razî nebûn ku alîkariya DAİŞê bikin. Lewma plana revandina balafirê pêk nehat.

Piştî ku plana revandina balafirê pûç bû, herdu birayên Kuaçî biryar dan ku çalakiya govara Charlie Habdo encam bidin. Li ser vê yekê 4 carak li kolana govar lê çavdêrî encam dan. Encamên plana êrîşê jî ji navenda Berpirsiyariya Şer a DAİŞê re hinartin.

Hayat ji ser Tirkiyê re reviya Reqqa’yê

Derket holê ku herdu birayên Kuaçi beriya çalakiyan bi Amedy Coulibaly û hevsera wî Hayat Boumedienne ve hevdîtin encam dane. Amedy Coulibaly jî çalakiya marketê pêkanîbû. Piştî çalakiyan îstixbarata Fransa kete pey dewsa Hayat. Derket holê ku Hayat di 2’yê Çilê de hatiye Stembolê, 2 rojan li vir maye û paşî hatiye Riha’yê û ji wir jî di 8’ê Çile de bi ser Telebyed re derbasî Reqqa’yê bûye. Heyat di vê navberê de 28 caran bi telefonê ligel Fransa û 4 caran jî ligel İspanya axiviye.

Pareyan ji İraqê dişînin

Piştî lêkolînên istixbarata Fransa û yê Tirkiyê aşkera bû ku rêxistina tundrew a DAİŞê ji bo anîna endaman ji Awropa, rêya Madrîdê bikar tîne û heta niha 361 kes ji ser Madrîdê hatine Tirkiyê û derbasî Suriyê bûne.

Her weha aşkera bû ku, ji bû anîna endaman pareyan ji İraqê dişînin Awropa. Kesê bi navê Ebu Yusuf Hamdanî ji Mûsilê pareyan dişîne kesê bi navê Ebu Ammar Salihi (Kifiri) û ev pare jî digehe destê wan kesên li Awropa. Her weha ji bo pêwendiyê jî telefonên Asyacell têne bikaranîn.

Basnews
Top