Demîrtaş: DAIŞ çiqas misliman be AKP jî ewqas mislimane
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş di kongreya HDP ya şaxeya Tekîrdagê de axivî. Demîrtaş da zanîn ku nûnerên DAIŞ'ê yên li Tirkiyeyê (mebest AKP ye ) dê welat ber bi faşîzmê ve bibin û wiha berdewam kir: "AKP îdîaya mislimanîtiyê dike lê DAIŞ çiqas mislimane AKP jî ewqas mislimane. AKP welat ber bi karastê ve dibe. Rewşa Tirkiyeyê ji ya Fransayê hêj wehîmtir û metirsîdartir e. AKP DAIŞ'ê rexne nake. Nikare ji DAIŞ'ê re bêje terorîst, ji YPG, Berkîn Elvan û Umît Kurt re dibêje terorîst."
Demîrtaş got ku ew dê benda hilbijartinê derbas bikin û bang li Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç kir: "Wezîrê hikûmetê yê ji giriyê berpirsyar, emd ê şeva hilbijartinan te ji xemgîniyê bidin giryandin. Em jî dê ji ber kêfxweşiyê bigirîn."
Demîrtaş derbarê beşdarbûna Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davudoglu di meşa li Parîsê de jî got: "Davudoglu, tu çima li kolanan bendewar î. Ka bendewariya li kolanan şaş bû. Davudoglu çûye serhildanê. Bila te hez bikin! Dema mijar dibin em, meş dibe provokasyon. Begefendî tevli meşa Parîsê dibe. Hemû kolan rewa ne. Em ê tu caran destûrê nedin ku hûn kolanan terorîze bikin."
