• Monday, 16 February 2026
logo

Di 2015an de PKKê çek didane

Gulan Media January 13, 2015 Nûçe
Di 2015an de PKKê çek didane

Li gor ku di medyayê de tê belav kirin, îsal dê Bakurê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû ji proseya aştiyê ligel Tirkiyê dibe, li gor wê nexşerêya ku Abdulla Ocalan belav kiriye, wê PKKê çek dane.

Niha proje yasaya çareserkirina pirsa Kurdî li Parlementoya Tirkiyê ye, eger hat û proje guncaw bû lige wê nexşerêya ku rêberê PKKê Abdulla Ocalan ji partiya xwe re şandiye, di sala 2015an de wê Tirkiye ligel Bakurê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bibe û pirsa danîna çekên PKKê jî wê bibe praktîkî.

Medyaya lîberal a Tirkiye tekez li ser wê yekê dike ku, girînge ku berî helbijartinên Tirkiye di Hezîrana bê de, PKKê çek danîbe û dewlet jî pabendî wê biryarê bibe ku di proseya aştiyê de hatiye.

Ji aliyek din ve, ajansên nûçeyan ên Tikriye belav kirin ku, dema proje yasaya aştiyê li Parlementoya Tikriyê hat gotûbêj kirin, alozî di navbera parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Netewperest a Tirkiye (MHP) de derket. Parlementerên HDPê piştgirî li proje yasayê kirin û yên HDPê li dijî wê babetê rabûn.

Hevdem Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Evkan Ala, bi sîstema kevin çareseriya arîşeyên ligel PKKê nayê kirin, herwiha amaje bi wê yekê da ku eger doza Kurd were çareserkirin, dê PKKê jî berê xwe bide rêyên demokratîk.

Evkan Ala da zanîn ku, ew kesên ku li dijî projeya çareseriya aştiyane li Parlementoya Tirkiye rawestan e, dixwazin bi rêya leşkerî û kodetayê arîşeyan çareser bikin.

Ji aliyê xwe ve, parlemnterê Istenbolê yê HDPê Sirri Sureya Onder ji rojnamevanan re ragihandiye ku, di amadekirina nexşe rêya danûstandinan ji aliyê Ocalan ve, sîstema rêvebriya xwser jî heye û wiha got: “Eger hikûmet di amadekirina nexşe rêya danûstandinan ligel Ocalan, ku bi raporta demokrasiyê tê binavkirin, cîbicî bike, dê KCKe jî piştgiriyê bike û ligel bigunce.”

Lê derbarê danîna çek ji aliyê gerîleyên PKKê ve, Sirri Sureya Onder wiha ragihand “Ez tiştrkî derbarê danîna çekan de nabêjim, bi rastî jî ez tiştekî li ser nizanim.”

Wî parlementerê HDPê aşkere kir jî ku, ji bo cîbicîkirina wê nexşe rêyê, Ocalan 5 meh diyar kirine.

Ji aliyek din ve, alîkarê serokwezîrê Tirkiye Yalçîn Akdogan diyar kir ku, berî birêveçûna helbijartinên meha Hezîranê li Tirkiye, dê armancên nexşe rêya çareseriyê derbikevin.

Akdogan amaje bi wê yekê dike ku, di navbera her du aliyên proseyê de lihev têgehiştinek heye, hemû aliyan jî ibret û wane ji pêşhatên borî wergirtine û wiha domand “Armanca me her du yan ewe ku berî helbijartinan em bighin çareseriyê.”

Basnews
Top