• Monday, 16 February 2026
logo

CIZÎRÊ – ‘Hin destên qirêj dibin sedema nexweşiyan’

Gulan Media January 13, 2015 Nûçe
CIZÎRÊ – ‘Hin destên qirêj dibin sedema nexweşiyan’
Endamên Meclîsa Aşîtiya Tirkiyeyê (TBM) ragihand ku nexweşiyên li Cizîrê hin destên tarî derdixin.

Nexweşiyên li navçeya Cizîrê ya girêdayî Şirnêx di nava alîgirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Huda-Parê de derketin, hêj didomin.

Endamê TBMê Ahmet Kiliç ji Rûdawê re ragihand ku di dema salên 1990an destekî qirêj di navbera kurdan de şer dabû destpêkirin û got: “Hêzên ku naxwazin Bakurê Kurdistanê bibe xwediyê statuyekê dibin sedema wan bûyera.”

Endamê TBMê Şemsettin Koç anî ziman ku ji ber ku di civakê de bingeha çanda demokrasiyê baş bi cih nebûye ew bûyer derdikevin.

Koç wiha got: “Divê hemû kes bikaribê di çarçoveya demokrasî û azadiyê de ramanên xwe bînin ziman. Ew yek ji bo dewletê jî baş e. Divê azadiya ramanan hebe.”

Li Cizîrê di encama şer û pevçûnên di navbera alîgirên DBP, Huda-Par û polîsan de 5 kesan jiyana xwe ji destbû.

Rudaw
Top