Amerîka berdewam dibe li hevkarî kirina hêzên pêşmerge
Serokwezîrê Kurdistanê û John Allen civiyan.
Duh Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê taybetî yê Serokê Amerîkayê bo karûbarên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê John Allen kir.
Di hevdîtinê de John Allen behsa serdana xwe bo navenda operasiyonên hevbeş kir û kêfxweşiya xwe ya li hember hevkarî û hemahengiya heyî ya di navbera aliyên tikildar yên Kurdistanê û welatên endam di hevpeymaniya nanvetewî de diyar kir ku karîne bi awayekî baş rojane hevkariya hevû du bikin û derbên dijwar li terorîstan bidin.
Allen herwiha spasiya hêzên pêşmerge kir ku karîne li hember terorîstên DIŞIê serkeftinên mezin bi taybetî li derdorê Şengalê bidest bixin û herwiha perse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên wan pêşmergeyên qehreman kir ku di şerê dijî terorîstên DIŞIê de bi awayekî mêrxasane şer kirine û canê xwe fedaya Kurdistanê kirine.
Allen anîn ziman ku hevkariyên Amerîkayê bo Kurdistan û hêzên pêşmerge di her warî de berdewam dibin jiber ku metirsiya terorîstên DIŞIê gelek cidiye û ji bo ji nav birina terorîstan jî pêwîste em hevkariya hêzên pêşmerge bikin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê li ser navê gelê Kurd spasiya hikûmet û gelê Amerîkayê û herwiha hêzên hevpeyman kir û tekez li ser vê yekê kir ku hêzên pêşmerge pêdiviya xwe bo çek, cebelxane û perwerde kirina zêdetir heye.
Di beşeke din ya hevdîtina han de behsa peywendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê, lihev kirina navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.
