• Monday, 16 February 2026
logo

Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hêşta navê 'Kurdistan' qedexe ye

Gulan Media January 12, 2015 Nûçe
Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hêşta navê 'Kurdistan' qedexe ye
Li Bakurê Kurdistanê bêtehemûliya li hemberî navê Kurdistanê vê carê li Wêranşarê derket holê. Malbata kû xweste nave zaroka xwe ya nû hati dinê navê Kurdistan lê kin, lê midûriyeta nifûsê nasname nedan.


Bêtehemûliya li hemberî navê Kurdistan li Wêranşarê derket holê. Songul û Mazlum Erol ên ku li taxa Şirnak a navçeya Wêranşarê ya Rihayê dijîn ji zaroka xwe ya 3 meh berê hate dinê re navê Kurdistan lê kirin. Songul û Mazlum Erol ligel mînaka qeyda nifusê girtin jî hêj nasnameya zaroka xwe negirtin e.

Xebatkarên midûriyeta nifûsê 3 meh in malbatê mijûl dikin û herî dawî malbat dema ji bo nasnameyê çû midûriyeta nifûsê rastî heqeretan hat û ji wan hate xwestin ku nav biguherînin.

Mazlum Erol diyar kir ku li cîhanê kurdan gelek nexweşî jiyîn û wiha got: "Dema ez çûm karmendê nifûsê ji min re got, ew propagandeya PKK'ê dike û heqaret li min kirin û ez ji midûriyetê qewirandim. Ji min re got, 'navê keça xwe biguherîne hûn nikarin van binivîsîn'" Erol anî ziman ku nasnameyê ji keça xwe negire jî navê wê naguherîne.

Herî dawî li navçeya Hîlwanê ya Rihayê welatiyên bi navê Yunus û Elîf Toprak ji ber navê zaroka xwe kirin Kurdistan derbarê wan de doz hatibû vekirin û dadgeha heremî biryara "Kurdistan nabe bila Helîn be" dabû û li ser vê yekê malbatê serî li Dadgeha Bilind da û biryar da xirabkirin û navê Kurdistan dabû erêkirin.

Jêder: xendan
Top