Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Pêşmerge bi alîkariyan heye
Duhî êvarî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen û şanda pê re kir.
Li gor daxuyaniyeke Encumena Wezîran a Kurdistanê, di wê hevdîtinê de, Wezîra Almanya wiha got: “Welatê me rêz û hurmetekê mezin ji Hêzên Pêşmerge re digire, ku niha li şûna hemû cîhana azad şerê rêxistina DAIŞê dikin.”
Ursula Von Der Leyen wiha domand: “Şerê Hêzên Pêşmerge li dijî wan terorîstan pir bi bandor bû û piştrast kir ku, DAIŞ ne ew hêza ku nayê şikestin, yan jî jinav naçe.”
Leyen tekez kir ku, Almanya û cîhana azad dê li ser piştgîrî û alîkariya Başûrê Kurdistanê berdewam bin.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya xelk û Hikûmeta Kurdistanê li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî, gehand şanda wî welatî û tekez kir ku, ew alîkarî pir bi bandor bûn di şer de.
Barzanî ji Wezîra Almanyayê re got: “Serkeftin û pêşveçûnên Pêşmerge dê berdewam bin, lê pêwîstiya me bi alîkariyên zêdetir ên leşkerî heye.”
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen duhî hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.
Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê ya Almanyayê, ku li ser zarê Ursula Von Der Leyen hatine belavkirin, Wezîra Almanya ji Bexdayê re gotiye ku, piraniya alîkariyên wan dê ji bona Hêzên Pêşmerge be.
Rudaw
