Wezîra Almanyayê serdana kampa pêşmerge kir
Di vê serdanê de Wezîre Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyîd Qadir hevaltiya Ursula Von Der Leyen kir.
Herdû wezîran bi hev re serdanê kampa ku rahênerên almanî perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmergeyên ji bo şerê li dijî DAIŞê, kirin.
Mistefa Seyîd Qadir got ku DAIŞ ji bo hemû welatan metirsî ye û welatên hevpeymaniya navdewletî jî dê berdewam piştgiriya Başûrê Kurdistanê bikin.
Qadir diyar kir ku alîkariyên Almanya bo Başûrê Kurdistanê bandoreke mezin li ser rewşa şer kiriye wiha got: “Hêzên Pêşmerge li her cihekî bin dikarin biser bikevin û di van nêzîkan de wê hemû navçeyan ji destê DAIŞê derxînin.
Wezîra Parastina Almanya Leyen duh êvarê gihîşt Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya, di civînê de li ser alîkariyên Almanya yên ji bo pêşmergeyan şandî axaftin.
Herwiha biryar e kerwanekî din a çekan ji Hêzên Pêşmerge re bê şandin.
Rudaw
