• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîra Almanya bo Bexdayê: Emê zêdetir alîkariya Pêşmerge bikin

Gulan Media January 12, 2015 Nûçe
Wezîra Almanya bo Bexdayê: Emê zêdetir alîkariya Pêşmerge bikin
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen ji Bexdayê re gotiye ku, zêdetir alîkariyên welatê wê dê bo Başûrê Kurdistanê bin. Herwiha tekez kiriye ku, Almanya rêz û hurmetekê mezin ji Hêzên Pêşmerge re digire, ji ber ku li şûna wan jî şerê terorê dikin.

Beriya ku Wezîra Parastinê ya Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê bike, çûbû Bexdayê û ligel berpirsên leşkerî û siyasî yên Iraqê civiya bû.

Li gorî agahiyên Wezareta Parastinê ya Almanyayê, ku li ser zarê Ursula Von Der Leyen hatine belavkirin, Wezîra Almanya ji Bexdayê re gotiye ku, piraniya alîkariyên wan dê ji bona Hêzên Pêşmerge be.

Leyen wiha dibêje: “Bo min girîng bû ku ez li Bexdayê vê yekê zelal bikim, ku alîkariyên me dê zêdetir bo Herêma Kurdistanê bin.”

Derbarê Hêzên Pêşmerge jî, Wezareta Parastinê ya Almanyayê wiha domand: “Em rêz û hurmetekê mezin ji Hêzên Pêşmerge re digirin, ji ber ku li şûna me jî şerê terorê û DAIŞê dikin.”

Ursula Von Der Leyen herwiha tekez dike ku, ew yek bo wê mijarekî pir taybet e, ku berdewam bin li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo Pêşmerge, û bo perwerde û pirçekirina Hêzên Pêşmerge wê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ev yek gotûbêj kiriye.

Herwiah Derbarê bûyerên Parîsê jî, Wezîra Parastinê ya Almanyayê wiha got: “Teror ji Barîsê heta Bexda û Hewlêrê belav bûye û jinavbirina wê me lihev kom dike. Teror ne welat, ne ol û ne kesî nas dike.”

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen şevê din hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê, Barzanî û Leyen derketin pêşberî kamerayan. Ursula von der Leyen diyar kir ku ew dê li ser alîkarî û perwerdekirina Hêzên Pêşmerge berdewam bin û pisporên leşkerî yên zêdetir bişînin Başûrê Kurdistanê.

Leyen pesnê Herêma Kurdistanê da ji ber ku ewqas penaber di nav xwe de hewandiye.

Rudaw
Top