Swêd pisporên leşkerî dişîne Kurdistanê
Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstrom di konferansekê de bi navê Parastin û Axê de eşkere kir ku, di pêngava yekemîn de ew dixwazin pisporên leşkerî bişînin Kurdistanê, da ku Hêzên Pêşmerge perwerde bikin.
Margot Wallstrom di axaftina xwe de, bêtir li ser êriş û gefên komên tundrew sekinî, ku çawa cîhan karibe li dijî wan şer bike.
Hikûmeta Swêdê dixwaze xwe ji vî şerî dûr bike, lê roj bi roj raya giştî ya Swêdê bêtir piştevaniyê li tevlîbûna welatê wan di hevpeymaniya NATOyê de dikin.
Ev gotinên Wezîra Derve ya Swêdê di demekê de ne ku biryar e îro Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa serdana Swêdê bike û ligel Wallstrom bicive.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Swêd ji Rûdawê re ragihand: “Dibe ku bo cara yekemîn, Hikûmeta Swêdê wek Wezîrê Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Mistefa û şanda pê re bike.”
Di nava serdana xwe de bo Swêdê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê çend hevdîtinan ligel berpirsên hikûmî û medenî li wî welatî pêk bîne.
Rudaw
