Wezîra Parastina Almanyayê gihîşt Hewlêrê
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, îro danê êvarê gihîşt Hewlêrê û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Almanyayê Dilşad Barzanî û hinek rayedarên din ên leşkerî û siyasî ve hat pêşwazîkirin.
Ursula von der Leyen, ku ev cara duyemîn e tê Başûrê Kurdistanê, dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rayedarên leşkerî yên Başûr re hevdîtinan pêk bîne.
Wezîra Parastinê ya Almanyayê roja 25ê Îlona par jî hatibû Hewlêrê.
Almanya di şerê DAIŞê de yek ji wan welatan e ku him hêzên Pêşmerge perwerde dike him jî çekan dide wan.
Rudaw
