• Monday, 16 February 2026
logo

Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir

Gulan Media January 11, 2015 Nûçe
Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir
Îro yekşem 11.01.2015 Selîm El Cibûrî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî re kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da proseya siyasî û rewşa meydanî ya şerê dijî terorîstên Da'îş xistin ber behs û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo wan serkeftinên li bereyên şerê dijî Da'îş da bi dest ve anîne destxweşî û pîrozbahiyê li Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Her li vê peywendiya telefoniyê da Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê palpiştiya xwe ya tevahî ji bo gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ragihand û amadehiya xwe jî ji bo hemû cûre piştevanî û hevkariyek ji bo hêzên Pêşmerge li şerê dijî terorîstên Da'îş derbirî.
Top