• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor kir

Gulan Media January 11, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor kir
Îro yekşem 11.01.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Peter Maurer Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û ji bilî wê balkişand li ser rûdawên bi lez yên navçeyê û tehdîda terorê bi Serok Barzanî ragihand ku rêxistina Xaça Sor bi niyaze çalakiyên xwe li navçeyên pirkêşeyên cîhanê berfirehtir bike bi cûreyek ku li gel gûhertinên nû biguncê. Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku mîhvandariya sedanhezar koçberan kiriye û pêkhatên neteweyî û olî ji êrîşa terorîstan parastiye. Her wiha li beşekî dinê axaftina xwe de behsa berfirehbûna çalakiyên rêxistina Xaça Sor ya li gihandina hevkariyên mirovî ya ji bo koçberên li Herêma Kurdistanê kir û eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku rêxistina Xaça Sor a navdewletî li vegerandina koçberan ya navçeyên azadkiriyan de amadeye yarmetiya Herêma Kurdistanê bide. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor spasiya dam û dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê kir ku li bi cîhkirina erk û karîn rêxistinê de hevkarî û hêsankariyê pêşkêş dikin û her wiha li dema serdana nûner û çavdêrên rêxistina wan ya ji bo girtîxaneyên Herêma Kurdistanê de hêsankarî û hevkariyên girtîxaneyên Herêma Kurdistanê jî bilind nirxand.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û destxweşiyê li erk û karên rêxistina Xaça Sor a navdewletî kir û pêşwaziyê li hewl û çalakiyên vê rêxistinê ya li yarmetîdana koçberan kir ku li Kurdistanê da nîştecîhin. Serok Barzanî eve jî ragihand ku ji bo Kurdistanê cihê şanaziyê ye ku bûye penagehên koçber û netewe û olên cûda cûdayên Hikûmeta Herêmê bi hemû şiyanek ve yarmetiya koçberan dide lê belê bi sedema wê hejmara zêde ya koçberan û qebareya karesatê erkê yarmetîdanê li asta şiyanên Herêmê derketiye û Kurdistan pêşwaziyê li her aliyek dike ku yarmetiyê pêşkêşî koçberan bike.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser sedemên destpêka derketina terorîstên Da'îş û ketina Musil û bi hêzbûna wan eve xisterû ku Kurdistan astengekî mezin bû li beranber berfirehbûna terorê û ji bo wê yekê rê li geşbûn û pêşketina Kurdistanê bigrin û bi vê sedemê jî axa Kurdistanê jî dagîr bikin, êrîşa Kurdistanê kirin lê belê terorîstan tu demekî pêşbîniya ewe nedikir gelê Kurdistanê û Pêşmerge bi vî awayî rûbiruyê wan bibin û dostên gelê Kurdistanê jî yarmetiya Pêşmerge bidin. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe balkişand li ser wê yekê ku terorîst çek û îmkaniyata dû dewletan li berdestê wan e û li regez û neteweyên cûr bi cûrin û dijî hemû biha û tehdîdane li ser hemû cîhanê ji bo wê yekê rûbirûbûn û li navbirina wan erkê hemû aliyene û tenê bi aliyek nayê kirin. Serok Barzanî eve jî behskir ku Kurdistan bi awayeke fî'lî li Kobanê heta Xaneqînê li gel terorê da li şerekî giran daye û xweragirî û rola qehremanên Pêşmerge û xelkê Kurdistanê li vê şerê da bilind nirxand.

Top