Naveroka civîna Baba Şêx û Pop Francis
Roja Pêncşema borî, 08.01.2015, Mîrê Kurdên Êzdî Mîr Tehsîn Beg û Rêberê Ola Êdzî Baba Şêx ligel Papayê Vatîkanê Pop Francis civiyan.
Derbarê naveroka civînê de, sekreterê Baba Şêx, Tahir Babe Şêx ji BasNewsê re ragihand ku, ew ji wê yekê hatine agehdarkirin ku nabe naveroka civîna Mîr Tehsîn Beg û Baba Şêx û Pop Francis were aşkere kirin û wiha gor: “Şandê raportek bi zimanê Erebî û Inglîzî radestî Pop Fransis kir.”
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Binkeya Laleş a Rewşenbîrî li Almanya Kameran Qasim ji BasNewsê re diyar kir ku, ew civîn bêhtir di warê olî de bû, ji ber ku kesên ku beşdarî civînê bûbûn peywendîdarên olê bû ne siyasetê.
Di civînê de, Pop Francis soz daye şanda Kurdên Êzdî ku ew dê alîkariyên mirovî yêz bêhtir bişiyêne ji Kurdên Êzdî re.
Kameran Qasim herwiha got: “Pop Francis gotiye ku ew dê ligel rêxistinên navdewletî yên taybet bi koçberan biaxife, da ji aliyê mirovî ve bêhtir alîkariya wan êzdiyan bike, ku berê xwe didin derveyî Kurdistanê û hesankariyan di warê bicihbûnê de ji wan re bikin.”
Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Ofsîa Papayê Vatîkanê ve hatiye belavkirin, civîna Pop Fransis ligel şanda Kurdên Êzdî 30 xulekî dirêj kiribû.
Berpirsê Ofîsa Papayê Vatîkanê, Frederic Lombardi da zanîn ku, şanda Kurdên Êzdî daxwaz ji Pop Fransis kiriye ku “Hewlên xwe bihêztir bike ji bo azadkirina 5 hezar jin û keçên Êzdî, ku çekdarên DAIŞê wek kole têkiliyên ligel wan dike.”
Li gor gotina Lombardi, Pop Fransis hêviya aştî û dadperweriyê ji Kurdên Êzdî û hemû kêmnetewên din re xwestiye û hêviya jiyaneke aram ji bo wan jî xwestiye.
Basnews
