Çekdarên DAIŞê çek danîn û reviyan
Piştî ku êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Guwêrê rastî şikestinê hat, çekdarê wê rêxitsinê reviyabûn û xwe li kenara Zab a Mezin veşartibûn, di dawiyê de neçar bûn ku çekên xwe danin û bi riya avê ji wê navçeyê birevin.
Berpirsê eniya Guwêrê Qadri Qadir di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku “Hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê xwe li kenara Zab a Mezin veşartibûn, karîna wan ya rûbirûbûna Pêşmergeyan nemabûn, lewme neçar bûn ku bi fermana emîrê xwe çekên xwe danin û melevaniyê di ava Zabê de bikin û birevin.”
Qadir Qadir diyar kir jî ku, şeva borî Hêzên Pêşmeregeyên Kurdistanê bi alîkariya firokeyên hevpeymanan pêgehên çekdaran bi tundî topbaran û bombebaran kirin.
Herwiha Qadir aşkere kir ku, Hêzên Pêşmerge êrîşeke berfereh li kenara Zab a Mezin encamdan, ji ber ku çekdarên DAIŞê xwe li wê de veşartibûn û dixwestin birîndarên xwe bibin aliyê din ê Zabê û wiha berdewam ki “Beşekî mezin ji çekdarana xwe li avê dan û bi melevanî xwe gihandin aliyê din ê Azb a Mezin.”
Berpirsê eniya Guwêrê da zanîn jî ku, niha Feramndeya Yek a Gulan bi Fermandariya Mensûr Barzanî niha li dniya Guwêrê ne û ziyaneke mezin gihandine çekdarên DAIŞê.
Pêr, 9ê Çile, çekdarên DAIŞê bi serpereştiya xelîfeyê wê rêxistinê Ebû Bekir Bexdadî ji 9 aliyan ve êrîşî Guwêrê kiribûn, lê êrîşa wan ji aliyê Hêzên Asayişa Giştî ya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge ve hatibû şikandin.
Basnews
