Sunneyan li Libnanê li şîeyan dan
Cebhet Elnusra li ser hesabekî xwe yê bi navê Murasil Elqelemûn di Twitterê de nivîsandiye ku çekdarên wan wek tolvedanekê ji kuştina sunneyên li Libnan û Sûriyê, qehewxaneya Partiya Niştimanî ya Demokrat ku nûnerê Elewiyên Libnanê ye, armanc girt.
Di wê teqîna ku li qehewxaneya Ebû Umran li navçeya Cebel Muhsin li Terablusê çêbû, 9 kes hatin kuştin û zêdetirî 37 kesên din birîndar bûne ku birînên hin ji wan giran e.
Ajansa nûçeyan ya fermî ya Libnanê belav kiriye ku teqîn ji aliyê 2 kesên xwekuj ve bi navê Taha Semîr Keyal û Bîlal Mihemed Îbrahîm hat pêk anîn, ku xelkê navçeya Menkûbîn ya Terablusê bûn.
Ev teqîn piştî 5 rojan ji destpêkirina gera duyem ya danûstandinê di navbera Eniya Pêşerojê (Teyar Elmusteqbil) bi serokatiya Seid Herîrî û Hizbullah de ku armanc jê kêmkirina tundiya tayifî li Libnanê ye.
Rudaw
