• Monday, 16 February 2026
logo

Li Guwêrê 2 emîrên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media January 11, 2015 Nûçe
Li Guwêrê 2 emîrên DAIŞê hatin kuştin

Berpirsê liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ismet Receb ji BasNewsê re amaje kir ku “Heta niha zanyariyên hûr li ser hejmara kuştiyên çekdaên DAIŞê li Guwêr û Geyare dest çavkaniyên îstixbaratî li bajarê Mûsilê neketine, lê tê pêşbînî kirin ku hejmara kuştiyan bi 10an be.”

Ismet Receb da zanîn ku, heta niha zanyarî di dest wan de hene ku 40 termê çekdarên DAIŞê bi nexweşxaneya Mûsilê hatine şandin.

Navborî balkişande ser wê yekê ku, ji ber hejmara zêde ya kuştiyan di nava çekdaran de alozî û gotegot derketine “Çekdar jî rastî tirseke mezin hatine.”

Bi gotina Ismet Receb, di nava kuştiyên DAIŞê de 2 emîr hebûn, ku yek ji wan bi navê Yasir Hazim e û destê wî di kuştina sedan kesên Kurd li navçeyên Şingalê û Mûsilê hebû, termê wî jî îro Yekşemê, gehişte navçeya Gokcelî.

Wî berpirsê PDKê da zanîn ku şer ne tenê li Guwêrê bû, lê çendîn êrîşên çekdaran hatina têkşikandin, li navçeyên bereya çepê ya nahiyeya Geyare û gundên Tel Şeîr, Dwîzata Banî û gundê Sehlîc, hejmara kuştiyên DAIŞê jî li wan navçeyan gehişte 50 çekdarî.

Basnews
Top