Guwêr bi temamî di destê Pêşmerge de ye
Çekdarên DAIŞê ji rewşa seqayê û mij û baranê derfet wergirtin û bi belem û qeykan ava çemê Zêya Jorîn derbas kirin û êrişî nahiyeya Guwêrê kirin.
Hêzên Pêşmerge her zû li pêşiya wan dekinîn û bi tundî bersiva êrişa wan dan.
Li gorî berpirsên Pêşmerge li eniya Guwêr û Mexmûrê, ew êriş ji nişkê ve bû û çekdarên DAIŞê tektîkên nû bikar anî.
Çekdarên DAIŞê zerer û ziyanek mezin li wir dîtin, ku bi dehan term li şûna xwe hiştin. Herwiha di dema ku direviyan û çem qut dikirin, gellek çekdarên wan di nav avê de xeniqîn.
Wan çekdaran herwiha hejmarek xelkê sivîl li wê deverê jî kuştine û bi gotina fermandarên Pêşmerge hejmarek Pêşmerge jî şehîd bûne.
Herwiha di wî şerî de 24 karmendên Asayişê jî şehîd bibûn.
Berpirsê Ragihandina Liqa PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî jî ragihand, termên 99 kuştiyên DAIŞê gihîştine bajarê Mûsilê.
Niha nahiye û devera Guwêr heta çemê Zêya Jorîn bi temamî di destê Hêzên Pêşmerge de ne.
Rudaw
