• Monday, 16 February 2026
logo

Berpirsekî PKK: Artêşa kurdên êzîdî YBŞê ye

Gulan Media January 10, 2015 Nûçe
Berpirsekî PKK: Artêşa kurdên êzîdî YBŞê ye
Berpirsekî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi navê Zerdeşt Şingalî ji malpereke nêzîkî wê partiyê re gotiye ku, ew hêza bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku wan bi xwe li Çiyayê Şingalê bo kurdên êzîdî avakiriye, dê her bimîne, ji ber ku ew “hêza kurdên êzîdî” ye.

Zerdeşt Şingalî tekez li ser avakirina hêzekê taybet bi kurdên êzîdî û xweseriya devera Şingalê dike, ew jî wek çawa beriya niha berpirsên PKKê daxwaza vê yekê kiribûn.

Şingalê, ku berdevkê YBŞê ye, bi awayekî wek hişyarî da û got: “Rast e îro bi dehan kom û Pêşmerge li Şingalê ne, lê divê her kes bizanibe ku artêşa kurdên êzîdî dê YBŞê be.”

Ev gotinên berpirsên PKKê di demekê de ne, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hewla yekxistina Hêzên Pêşmerge dide.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hebûna hêzekê din jibilî Hêzên Pêşmerge qebûl nake û heta niha hêza bi navê YBŞê jî qebûl nekiriye.

Herwiha berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şingalê, jibilî Hêzên Pêşmerge bi hêzeke din li wir razî nabin.

Zerdeşt Şingalî di rêwresma derçûna 30 şervanên nû yên kurdên êzîdî li çiyayê Şingalê wiha got: “Rast e, em qirkirin dît, lê hemû dost û dijmin baş dizanin ku îro kurdên êzîdî morale wan bilind e. Îro şervanên gelê êzîdî malên êzîdiyan diparêzin.”

Şingalî wiha domand: “Êzîdî xwe amade dikin, da ku bikaribin bi awayekî azad û wekhev û demokrat li ser axa xwe bijîn. Herwiha hêza xwe, siyaset û rêveberiya xwe ya xweser ava bikin, ji ber ku emê berxwedana xwe berdewam bikin.”

Rudaw
Top