DAIŞê 8 welatiyên sivîl ji Guwêrê revandin
Di êrîşa şeva borî de, piştî şikstina êrîşa wan li ser Guwêrê, çekdarên DAIŞê hejmarek ji welatiyên sivîl ên Guwêrê revandin.
Çavkaniyekê ji Guwêr taybet ji BasNewsê re ragihand ku, duh, Înê, danê êvarî çekdarên DAIŞê ji 9 aliyan ve êrîşî eniya Guwêrê kirin, lê hêzên asayişê û Hêzên Pêşemrge ew êrîş pûç kiribûn, çavkaniyê wiha berdewam kir “Çekdarên DAIŞê hejmarek ji welatiyên sivîl revandin.”
Di vê derbarê de, berpirsê komîteya navçeya Gulan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Sêlaw Ebdulla ji BasNewsê re got: “DAIŞê 8 welatî wel dîl ligel xwe birin.”
Derbarê nasnameya wan welatiyên sivîl de, Sêlaw Ebdulla da zanîn ku, heta niha nasnaemya wan nehatiye zanîn û got: “Çekdarên DAIŞê bi rêya qeyikê ew welatî ji Zab a Biçûk derbars kirine.”
Sêlaw Ebdulla amaje kir jî ku, niha hejmarek ji çekdarên DAIŞê li avahiya nahiyeya Guwêrê asê mane û bi çekên nîşangir teqe li hêzên asayişê û Pêşmergeyan dikin û wiha axaeftina xwe bidawî anî “Ew çekdar hatine agehdar kirin ku ege xwe radest neekin, dê firokeyên hevpeymanan wan bombebaran bikin.”
Berî niha çavkaniyekê ji BasNewsê re ragihandibû ku, xelîfeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî serpereştiya êrîşa li ser Guwêrê dikir, lê ew êrîş hat şikanidn û çekdar neçar bûn ku birevin.
Rudaw
