Amerîka: DAIŞ ket rewşa parastinê
Kirby di daxuyaniya Wezerata Parastinê DYA (Pentagon) de ragihand ku rêxistina DAIŞê van demê dawî piranî ketiye rewşa parastinê de û dixwaze herêmên di destê xwe de, biparêze.
Kirby wiha got; “Niha DAIŞê dixwaze deverên ku di destê wan de biparêze. Di 6 mehên dawî de nêzîkî 700 kilometreyan erd ji destê wan hatiye derxistin.”
Kirby anî ziman ku balafirên hevpeymaniya navdewletî piranî êrişê herêmên di bin kontrola çekdarên DAIŞê de dikin û wiha got:
“Niha her çi qasî jî herêmek mezin di bin kontrola wan de be jî, li gorî beriya çend mehan herêmên di bin kontrola wan de kêm bûne.
Rudaw
