Artêşa Iraqê carek din rê li pêş DAIŞê xweşkir
Berpirsê rêxistina Gulan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Sêlaw Ebdula taybet ji BasNewsê re ragihand ku “Binkeyeke artêşa Iraqê li pêşiya Pêşmerge bû, li ser kenara Zab a Biçûk zêrevanî dikirin, piştî êrîşa çekdarên DAIŞê hêzên artêşa Iraqê bergirî nekirine û bo nava Guwêrê reviyane, dema reva xwe jî ne li xalên pêşkibînê yên Pêşmegre û ne jî yên asayişê rawnestiyabûn, ew jî sedema pêşdeçûna DAIŞê bo nav Guwêrê bû.”
Sêlaw Ebdula diyar dike ku “Hêzên Asayişa Giştî ya Herêma Kurdistanê rûbirûyê êrîşa DAIŞê bûn, piştî gehiştina hêzeke din, wek piştgirî ji bo Pêşmergeyên li Guwêrê, çekdarên DAIŞê ji Guwêrê hatin derxistin û hejmareke zêde ya çekdaran hatin kuştin.”
Duh, Înê, Cîgirê Serokomarê Iraqê Osama Nûceyfî û Wezîrê Bergirî yê Iraqê Xalid Obêdî serdana eniya Guwêrê kiribûn, pişît derbasbûna 10 demjimêran bi ser serdanê de, çekdarên DAIŞê ji 9 aliyan ve êrîş kirine ser wê eniyê, lê Pêşmergeyên Kurdistanê ew êrîşa DAIŞê pûç kirin, çekdar jî ji wê deverê reviyan.
Basnews
