Çekdarên DAIŞ hatibûn nav nahiyeya Giwêrê
Fermandarên Hêzên Pêşmerge li eniya Giwêrê ji Rûdawê re ragihandin ku, Nêzîkî 100 çekdarên DAIŞê bi rêya belemê av qût kirin û hatin nava nahiyeya Giwêrê.
Li gorî wan fermandaran, piştre hêzeke piştevaniyê gihîşt nav wê nahiyeyê û bi tundî li wan çekdaran dan.
Peyamnêrê Rûdawê li nahiyeya Giwêrê ragihand ku, ew çekdar hatin şikestin û niha çendîn termên wan li wir mane.
Herwiha fermandarekî Hêzên Pêşmerge da zanîn ku, di nava Pêşmerge de jî şehîd û birîndar hene.
Serperştyarê eniya şer li Giwêr-Mexmûrê, Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê bi serkêşiya Ebû Bekir Bexdadî (Xelifeyê DAIŞê) şevê din saet 20:30 ji 9 aliyan êrişî gundên Carula, Telreîf, Sultan Ebdullah, Teleşaîr, herdu gundên Kuşaf, Giwêzatê Xwarê, Giwêzatê Serê û Giwêrê êrişî Hêzên Pêşmerge kirin.
Sîrwan Barzanî diyar kir ku zêdetirî 200 çekdarên DAIŞê keş û hewaya navçeyê îstifade kirin, lê êrişa wan ji aliyê Pêşmerge ve hat têkbirin û DAIŞ neçar kirin ku paşve vekişin.
Sîrwan Barzanî herwiha got ku ew hemû gundên ku di êrişê de ji destê Pêşmerge derketin, niha car din ketine bin kontrola Hêzên Pêşmerge.
Sîrwan Barzanî diyar kir ku di encama êrişê de ku îro saet 4 sibehê berdewam bû, ziyanên mezin gihiştine DAIŞê û gelek kes ji wan di nava avê de xeniqîne.
Sîrwan Barzanî aşkere kir ku Ebû Bekir Bexdadî ji gundê Nemrûd serpereştiya êrişa çekdarên DAIŞê ya li ser Giwêrê dikir.
Rudaw
