PDK li dijî damezrandina kantona Şengalê ye
Platforma demokratên Kurd li dijî damezrandina kantona Şengalê ye.
Îro li Amedê Platforma demokratên Kurd (PDK) kongreyeke rojnamewanî saz kir û di vê kongreyê de Serokê PDKê Sertaç Bucak ragehand ku ew weke Platforma demokratên Kurd li dijî damezrandina kaontona Şengalê ne.
Bucak eşkere kir ku Şengal beşeke ji axa Kurdistanê lewre em li dijî ev daxuyaniyên ku behsa serbixweyiya Şengalê û damezrandina kontona Şengalê dikin radiwestin.
Bucak eşkere kir ku niha Başûrê Kurdistanê hewl bo serbixwe bûnê dide û lazime tevahiya part û aliyên siyasî yên beşên din ên Kurdistanê piştgîriya wan hewldanan bikin û xwe ji axaftinên mîna serxwebûna Şengalê anjî damezrandina kantonan bidûr bigirin.
