MecCian: Lazime steratejiya xwe biguherin
Senatorê Amerîkayî dibêje lazime Amerîka steratejiya xwe li hember DIŞIê biguhre.
Senatorê Amerîkayî John MecCian ragehand ku ji bo ku em bikaribin dawî bi terorîstên DIŞIê bînin lazime steratejiyeke me ya nû hebe û dibe ev steratejiya nû hebûna leşkerên Amerîkayê di qadên şer de feriz bike.
MecCian eşkere kir ku staratejiya niha ya Amerîkayê li dijî DIŞIê nikare bibe sedema ji nav birina terorîstên DIŞIê û rewşa niha li ber cave, ev çend mehe balefirên Amerîkayê li Kobanê terorîstên DIŞIê bordiman dikin lê hîn jî terorîst ji Kobanê nehatine derxistin lewre lazime steratejiyeke nû ya bihêz amade bikin û dibe ev steratejiya han hebûn û beşdariya leşkerên Amerîkayê di qadên şer de feriz bike jiber ku heta artêşa Amerîkayê nekeve qadên şer vê dawî bi terorîstên DIŞIê neyê.
