Êrîşkarên Charlie Hebdo di dorpêçê de ne
Cherif û Saîd Kouchî ku her du biran e û di êrîşa li hember kovara Charlie Hebdo de bûn sedema mirina 12 kesan ji aliyê polîsan ve li avahiyeke metbaeyê ya li bakurêrojhilatê Parîsê derdora wan hat girtin.
Nayê zanîn ka di navbera êrîşkarên ku tê texmînkirin rehîne jî di destên wan de ne û polîsan de peymanek heye yan na. Lê belê niha hezar polîs tevlî operasyonê bûne. Li kolanê derketina derve hatiye qedexekirin. Operasyon didome.
Basnews
