Daxwaz ji hikûmeta Îraqê tê kirina hevkariya penaberan bike
Firakisyonên Kurdistanî daxwaz ji hikûmeta Îraqê dikin hevkariya penaberan bike.
Duh firakisyonên Kurdistanî yên di nava Parlementoya Îraqê de presskonferanseke hevbeş lidar xistin.
Di presskonferansa han de firakisyonên Kurdistanî daxwaz ji hikûmeta Îraqê kirin daku bilez hevkariyên pêwîst bigehîne wan penaberên ku li Kurdistanê dene jiber ku pêdiviya wan bi hevkariyên bilez heye.
Firakisyonên Kurdistanî herwiha daxwaz ji hikûmeta Îraqê kirin daku ev pereyên ku bo penaberan dabîn kiriye ji wan re bişîne.
