• Monday, 16 February 2026
logo

Zagros:KCK amadeye bo rizgarkirina Şengal`ê şer bike

Gulan Media January 9, 2015 Nûçe
Zagros:KCK amadeye bo rizgarkirina Şengal`ê şer bike


Berpirsê Ragihandina Koma Civakên Kurdistan`ê (KCK) Hîwa Zagros di daxuyaniyekê de bo Kurdsat News`ê ragihand ku,ew wek (KCK) amadene ku, li her derê Kurdistan`ê ger metirsiya çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) hebe şerê (DAIŞ`ê) bikin.

Hîwa Zagros got: Ji destpêka şerê li hemberî çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) li Başûrê Kurdistan`ê 100 gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd bûne ku, 90 kes ji wan li Şengal`ê şehîd ketine.

Berpirsê Ragihandina Koma Civakên Kurdistan`ê (KCK) Hîwa Zagros têkest kir ku, hêzên wan heya rizgarkirina Şengal`ê bi temamî ew amadene ku şerê çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) bikin û qurbaniyan jî hibona wê yekê bidin.

Xendan
Top