Erdogan dîsa PYD hedef girt
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê mijara Rojavada axivî û got: "PKK û PYD mîna hev in. Dixwazin li Bakurê Sûriyeyê dewletekê ava bikin. Em wek Tirkiye, destûrê nadin vê."
Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima xîmdanînê ya Kampusa Navendê ya Esenbogayê û vekirina Avahiya Laboratuvarê û Zanistên Bingehîn ên Tenduristiyê ya Zanîngeha Yildirim Beyazit bû. Erdogan der barê êrîşa li Sultanahmetê de îdia kir ku dibe ku ev çalakî ji bo astengkirina hatina turîstan hatibe kirin.
Erdogan di axaftina xwe de dîsa PYD kir hedef û wekî “rêxistina terorê” bin nav kir û wiha got: ""PKK û PYD mîna hev in. Dixwazin li Bakurê Sûriyeyê dewletekê ava bikin. Em wek Tirkiye, destûrê nadin vê."
Erdogan li Fransayê bi Hollande re hevdîtin pêk ani bû û pirsa Kobanê jê kirine û wiha axivî: “Min gote Kobanê ji min nepirsin. Helebê bipirsin. Li Helebê mîlyonek û 200 hezar mirov hene.”
Erdogan îdia kir ku li Kobanê sivîl nemaye û dîsa çand û dîroka Kobanê jî nêdîtive hat û got ku li Helebê çand, aborî û dîrok heye ji ber vê yekê jî divê alîkariya wir bê kirin. Erdogan nirxandina “lê rabûn û rûniştin gotin Kobanê” kir.
Xendan
