Zext, zorî, kuştin û êriş: Cizîr
Li navçeya Cizîrê buyer berdewam dikin. Piştî qetilkirina zarokê 14 salî polisan zarokekî 12 salî bi guleyên bombeyên gazê birîndar kir. Li gor agahiyan nêzî 50 wesayîtên bi zirx a bê plaqa ya polîsan anîne navçeyê û çekên qeleşnîkof ên nehatine qeydkirin hene. Piştî van buyeran xendekên kû hatin girtin carek di hatin vedan û şevî di li hemberê qereqola polîsan çalakiya bi çek pêk hat û 2 polîs birîndar bûn.
Buyerên li navçeya Cizirê ya Şirnexê her roj diçe zêde dibe. Piştî qetilkirina zarokê 14 salî Umît Kurt, şevî di zarokên ku ev yek şermezar kirin rastî mudexelaya polisan hatin û polisan bi guleyên bombeya gazê zarokeke 12 salî ya bi navê Muhammed Sogat birîndar kir.
Dîsa xebatkarê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Cizîrê Çelebî Sakçak (26) dema ji mala xwe derketibû û bi sûkê ve dimeşiya ji pişta xwe gule xwar û bi giranî birîndar bû.
Wesaitên zirxî û qeleşnîkof ên ne qeydkirî!
Hate hînbûn ku di rojên dawî de gelek polîs û tîmên taybet, bi nêzî 50 wesayîtên zirxî sewqê navçeyê hatine kirin. Bi van sewqiyatan re hate îdeakirin ku di nava van wesayîtan de gelek çekên ên wekî qeleşnîkof ên ne qeydkirîne de hatine bi cih kirin. Polîs hin caran ji wesayîtan peya dibin û hin caran jî li ser wesayîtan bi telefonên xwe yên berîkê wêneyên hemwelatiyên û ji mesafeyek kurt wêneyên rojnamegeran ên ku dîmenan dikşînin digrin.
Xendek carek di hatin vedan
Ji bo li hemberê pêkutî, binçavkirin û girtinan a polîsan li gelek taxan xendek hatibûn kolan. Ji bo ev rewşa gengeşî ji holê bê rakirin piştî hevditinên HDP'yî yan xendek hatin girtin. Lê piştî qetilkirin, binçavkirin û girtin berdewam kir ji hêla gel û ciwanan ve duh êvarê xendekên hatibûn girtin careke din vekirin. Welatiyên ku xendekan careke din kolandin diyar kirin ku heta ev komkujî û pêkanînên kêfî ya polîsan bidome ew ê van xendekan venekin û tê her tim vekirî bimîne.
Çalakiya bi roket: 2 polis birîndar bûn
Şevî di jî li hemberê qereqola polîsan çalakiya bi çek û roket hat. Pêşî dengê teqînê roketê, pişt re jî dengê çekan hat û pêvçûn derket. Hate hînbûn ku di pêvçûnê de 2 polîs birîndar bûn. Bi pêvçûnê re polîsan bê nav ber li derdorê gule reşandin.
Xendan
