• Monday, 16 February 2026
logo

Tohmetbarekî xwe radest kiriye, lêgerîn jî berdewame

Gulan Media January 8, 2015 Nûçe
Tohmetbarekî xwe radest kiriye, lêgerîn jî berdewame

Duh Çarşemê di êrîşeke çekdarî de bo ser avahiya rojnameya Charlie Acevedo 12 kes hatin kuştin ji wan kuştiyan 8 rojnamevanin.

Di vê derbarê de, rojnameyên Ferensayê li ser zarê polîsan belavkirine ku, sê kesên tohmetbarên wê êrîşê, du ji wan birane û binavê Seîd Kiwaşî û Şerîf Kiwaşî ne û navê kesekî din jî bi navê Hemîd Mirad belavkirine.

Birayên Kiwaşî temenê wan di dehê sêyem dene û nasnameya Seîd li derdora Parîsê hatiye dîtin û herdu bira nû ji Sûriyê vegryane, ev li gor axaftina polîsê Ferensayê.

Îro Pêncşem 08.01.2015`an berdevkê Dadgeha Ferensa got: “Hemîd Murad li bajarê Şarilwîlê ya bi 200 kîlometran li bakurê–rojavayê bajarê Parîsê, xwe radestî polîs kiriye.”

Her wî berdevkê polîs got jî: “Wî kesî bi xwe ji polîs re gotiye ew tawanbare, piştre polîs ew girtiye û li torên civakî jî, weha hatiye belavkirin ku, Hemîd xwe bi yek ji tuhmetbaran daye nasîn.”

Li gor nûçeyên dezgehên Ferensa, Şerîf Kiwaşî di sala 2008`an de bi tuhmeta şandina çekan bo Iraqê hatibû girtin û piştre hatiye azadkirin.

Basnews
Top