• Monday, 16 February 2026
logo

Li Swed bo kurdan xwîngermî

Gulan Media January 8, 2015 Nûçe
Li Swed bo kurdan xwîngermî
Sala 2014an ji bo kurdên Swed salek bişans bû.

Piştî Şoreşa Îlonê koçberiya kurd bo Swed dest pê kir. Pela koçberiyê duyem jî piştî serhildana sala 1991an çêbû.

Li gorî reja fermî li Swedê ji sedî 1ê kurdên ku nifusa wê derê 7 milyon e.

Ji ber ku hejmara penaberên kurd li Swedê zêdeyê li wê derê ji bo zarokên kurdan perwerdeya kurdî jî heye. Dewlet ji bo masmoteyên dersa kurdî bide budceyekê jî cuda dike.

Sala 2014an ji bo siyaseta kurdên li Swed pêşketibû. Cara yekem bû ku di hilbijartinan de 6 kurd bûn namzedê Parlamentoya Ewrûpayê.

Welatiyek Swedê yê kurd bû cîgirê endamê Parlamentoya Ewrûpayê.

Di hilbijartinan de her 6 namzedên kurd biserketin û bûn endamê parlementoye. Cara ewil e ku jinek kurd bû endame encûmena yasaya parlamentoyê. Di hilbijartinên mehelî de jî 8 kurdan di meclîsa parêzgeran de cîh girt.

Welatiyek Swedê yê kurd cara yekem bu endamê Konseya Dadmendiyê ku saziya daraziyê herî bilindê.

Stranbêjen navdar ên Swedê di konseran de tişortên li ser “Pêşmerge” nivîsandî lê xwe kirin û konser dan. Vê yekê jî xwîngermiyek çêkir.

Marka cîl û bergan a li cîhanê navdar H&M li gorî stîla kincên şervanên jin ên kurdan cîl û hilberand.

Lîsteya “Kesên herî bibandor”

Kovara Focus kurdê bi navê Soran Îsmaîl di nav lîsteya “100 kesên herî bibandor” de da nîşandan.

Ti partiyên siyasî yan jî saziyan alîkarî neda Soraan Îsmaîl lê dîsa jî di lîsteyê de bû yê 78emîn.

Îsmaîl li medyaya Swedê tê nasîn herwiha ji xeynî bernameyên radyo û televîzyonê di rojnameyekê de jî nivîskar e.

Rudaw
Top