• Monday, 16 February 2026
logo

Otombîlên Zirîpoş gehiştine dest Pêşmergeyan

Gulan Media January 8, 2015 Nûçe
Otombîlên Zirîpoş gehiştine dest Pêşmergeyan

Serokerkanê Wezareta Pêşemrge ragihand ku, çend otombîleke Zirîpoş ên amerîkî gehiştine dest Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge General Cemal Mihemed taybet ji BasNewsê re ragihand ku “25 otombîlên Zirîpoş gehiştin dest Wezareta Pêşemrge, ew başin ji bo ku li dijî mayînan in. Ew otombîl gehiştibûn dest Wezareta Bergirî ya Iraqê û wan bo wezareta Pêşemrge şandin.”

Hevdem Balyozê Amerîka li Iraqê ragihand ku, ew otombîlên Zirîpoş canê hêzên iraqî ji roket û mayînan diparêzin û di şerê li dijî DAIŞê de wê wan bihêztir bikin.

Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) jî amaje kir ku, nirxê dirustkirina her yek ji wan otombîlên Zirîpoş 500 hezar dolar e.

Li gor ku hatiye belavkirin, hikûmeta Amerîka razî bûye ku 250 otombîlên Zirîpoş bişiyêne Iraqê, ji wan dê 25 otombîl ji corê navbûrî bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bin.

Basnews
Top