• Monday, 16 February 2026
logo

Avahiya kovara Charlie Hebdo rastî êrişekê hat

Gulan Media January 7, 2015 Nûçe
Avahiya kovara Charlie Hebdo rastî êrişekê hat
Avahiya kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa Parîsê, rastî êrişeke çekdarî hat û li gor encamên destpêkê herî kêm 12 kes hatine kuştin.

Li gorî medyaya fransî, 3 çekdaran bi çekên Reşaş êrişî avahiya wê rojnameyê kirin û gule berdan rojnamevan û karmendên di nava avahiyê de.

Polîsê Fransa derbarê bûyerê de eşkere kir ku di encama êrişê de 12 kes hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne, ku 10 ji kuştiyan rojnamevan bûn û 2 jî polîs bûn.

Li gorî polîsê Fransayê, di nava kuştiyan de rojnamevan û polîs hene û rewşa 5 birîndaran jî giran e.

Kovara Charlie Hebdo, kovareke satîrîk e ango resmên qeşmerok li ser kesatiyan û diyardeyên di nava civakê de belav dike.

Beriya hefteyekê, wê kovarê karîketorê Xelîfeyê rêxistina DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî belav kir.

Çend caran di wê rojnameyê de sivkatî bi olên xiristiyanî, îslam, cihû û Pêximberê Îslamê jî hatiye kirin.

Rudaw
Top