Zêdebûna çalakiyên milîsên Şîe li Kerkûkê û nerazîbûna welatiyan
Komên çekdar ên şîe li derdora Kerkûkê berfireh dibin û niha 4 navendên wan ên leşerî bo perwerdeya wan çekdarên milîsan hatine vekirin û bi hezaran tê de tên perwerdekirin.
Navenda yekem li navçeya Amirliyê û ya duyem li ser rêya Qadiriyeyê ye ku 4 hezar çekdêr şîe di wan herdu navendan de tên perwerdekirin. Navenda sêyem jî li sînorê Daqûq û ya çarem jî li ser rêya Kerkûk – Bexdad ye, ku 3500 çekdarên wan tê de perwerdeyê dibînin.
Li ser rêya Kerkûk – Bexdad û li hember nahiyeya Taze û Beşîrê ku tenê 5 km dûrî Kerkûkê milîsên şîe mezintirîn navenda xwe ya leşkerê li wir vekirine û 20 rahêner ji welatekî cîran anîne û rojane wan çekdaran perwerde dikin.
Ew komên ku li parêzgeha Kerkûkê ne, ev in: “Hêza Xorasan, Hizbullah, Rêxistina Bedir û Esayib Ehlul heq.”
Ew kom dixwazin di operasyona rizgarkirina Kerkûkê de beşdar bin. Piraniya wan çekdaran ji derveyî parêzgeha Kerkûkê ne.
Ji bilî wan çekdarên ku li nêzîkî Kerkûkê tên perwerdekirin, niha li nava Kerkûkê jî milîsên şîe mijûlî avakirina hêzekê ne ku ji 550 kesî pêk tê.
Perpirsê Rêxistinên Encumena Bilind a Îslamî li Kerkûkê Necat Husên ji Rûdawê re ragihandiye ku, ew dixwazin hêzek mezin li Kerkûkê avabikin , heta ku vê beharê ligel Pêşmerge wê parêzgehê ji bi yekcarî ji çekdarên DAIŞê paqij bikin.
Welatiyên Kerkûkê dibêjin ku hatina wan çekdarên Şîe bo Kerkûkê rewşa wê parêzgehê bi aliyê metirsiyê ve dibe û nedûr e ku pevçûn di navbera wan û Hêzên Pêşmerge de derkeve.
Herwiha endamên ereb ku piraniya wan sunne ne ji zêdebûn û belavbûna wan çekdaran nerazî ne û dibêjin em naxwazin ew milîs di operasyona rizgarkirina Kerkûkê ligel Pêşmerge beşdar bin.
Piştî êrişên rêxistina DAIŞê li ser Mûsilê û navçeyên din ên Iraqê, Artêşa Iraqê şikest û ji Kerkûkê derket, lewma Hêzên Pêşmerge ew parêzgeh parastin û nehiştin DAIŞê nêzîk bibe.
