• Monday, 16 February 2026
logo

Îranê zîndaniyekî siyasiyê Kurd li zîndana Urmiyê li sêdare da

Gulan Media January 7, 2015 Nûçe
Îranê zîndaniyekî siyasiyê Kurd li zîndana Urmiyê li sêdare da
Girtiyekî siyasiyê Kurd li zîndana Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma komara îslamiya Îranê ve hate sêdaredan. Ew girtiyê siyasiyê Kurd berî çend rojan ligel 28 girtiyên dinên siyasî yên Kurd li girtîxaneya Urmiyê beşdarî di çalakiya birsîbûnê de kiribû.

Li gor zanyariyên ji kempîna bergirîkirina li zîndaniyên siyasî û sivîl, duh roja sêşembe Xalid Muxelid Mewane xelkê bajarê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta endametî di partiyeke Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê, li zîndana Urmiyê ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate sêdaredan.

Xalid Muxelid Mewane yek ji 29 zîndaniyên siyasî yên Kurd bû ku bi maweya 33 rojan li zîndana Urmiyê û bo nîşandana nerazîbûna xwe ji rewşa wan û zîndana Urmiyê û bi taybetî benda zîndaniyên siyasî, dest bi çalakiya birsîbûnê kiribûn.

Li gor raporta kempîna bergirîkirina li zîndaniyên siyasî û sivîl, Xalid Muxelid Mewane êvariya roja duşembe bi mebesta cîbicîkirina sizayê sêdaredanê bo zîndana take kesî hatibû veguhastin û duh sêşembe danê sibê li hola zîndana Urmiyê hukmê sêdaredanê bi ser de hate cîbicîkirin.

Xalid Muxelid Mewane bo maweya du sal û şeş heyvan di zîndana Urmiyê de girtî bû.

Top