• Monday, 16 February 2026
logo

Li Mûsilê 50 hezar çekdarên DAIŞê hene

Gulan Media January 7, 2015 Nûçe
Li Mûsilê 50 hezar çekdarên DAIŞê hene
Hat îdiakirin ku li Mûsilê di navbera 30-50 hezaran de çekdarên DAIŞê hene.

Parlamenter Mofak Rubeî ku berê şêwirmendê Ewlekariya Neteweya Iraqê bû, di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku hejmara çekdarên DAIŞê sala 2014an hêj Mûsil dagir nekirî di navbera 3-5 hezaran de bû, lê niha di navbera 30-50 hezaran de ne.

Rubeî diyar kir ku piraniya çekdarên rêxistinê ji Iraqê ne lê piraniya nûnerê wê kesên biyanî ne.

Parlamenter Rubeî anî ziman ku sedama zêdebûna hejmara çekdaran, emîrên biyanî mejiyê kesên ku sivîl dişûne.

Navenda Teşkîlata Saloxeriya Amerîkayê (CIA) jî raihandibû ku hejmara çekdarên DAIŞê di navbera 20-30 hezaran de ne.

Rudaw
Top