Sedirî daxwaza hilweşandina peymana navbera Amerîka û Îraqê dikin
Endam û alîgirên tevgera Sedir daxwaza hilweşandina peymana steratejîk ya di navbera Amerîka û Îraqê de dikin.
Di vê derbarê de eniya Ehrar ya li Parlementoya Îraqê ragehand ku ev weke baskekî tevgera Sedir li ser daxwazên xwe bo hilweşandina peymana steratejîk ya di navbera Amerîka û Îraqê de bi îsrarin.
Ji aliyeke din ve jî hin berpirsên Parlementoya Îraqê eşkere kirin ku ev demeke eniya Ehrar û çend alîgir û endamên din yên tevgera Sedir dest bi hewldanek bo kom kirina piştgîriyeke zêdetir bo vê daxwaza han kirine lêbelê part û aliyên siyasî yên Îraqê bi germî pêşwaziya vê daxwaza han nakin.
