Rikberiya AFAD û KAR’ê koçberan bêzar dike
Piştî ku DAIŞ li Sûriye û Iraqê bi hêz bû û dest bi êrîşa kurdan kir, kurd ber bi karesateke mezin ve çûn. Kantona Kobanê ku di 29’ê Çileya 2014’an de xweseriya xwe olan kir, di meha Tîrmehê de ji alî DAIŞ’ê ve hate dorpêçkirin. Êrîşên ku di destpêkê de sist destpê kirin, di meha Îlonê re dijwar bûn. Angaşt hatin kirin ku Tirkiye ji bo qada tampon pêk bîne hejmara penaber û koçberan zêde nîşan dide. Piştî 17’ê Îlonê nêzîkî 200 hezar Kobanêyî koçî Bakurê Kurdistanê kirin. Ev koçberên ku di rojên destpêkê de li gundên Pirsûsê yên li hember Kobanê man, dûre derbasî çadirên AFAD û yên Şaredariya Pirsûsê bûn. Di destpêkê de bi alîkariyên dezgehên alîkariyê, yên herêmî û yên navneteweyî û bi alîkariyên kesên sivîl zêde zehmetiyan nekêşandin. Lê piştî hatina zivistanê mercên jiyanê dijwartir bûn û di koordînekirina alîkariyan de jî pirsgirêkan rû dan.
Li Pirsûsê 37 hezar Kobanêyî bi derfetên xwe dijîn
Yên ku ji Kobanê koç kirin piranî li Pirsûse, Ruhayê û hin navçeyên din ên Ruhayê belav bûn. Tê gotin ku li navenda Ruhayê 35 hezar, li Bereçûg 15 hezar, li Siwêregê 4 hezar, li Cûrnêrê 3 hezar, li Hewencê 12 hezar, li Serêkaniyê 600, li Pirsûsê di kanpên çadirî yên ku şaredariyê saz kiriye de 9 hezar û 864 û di kampên AFAD’ê de 6 hezar û 700 koçber dimînin. Lê ji alî din ve li navenda Pirsûsê û li gundên ser sînor nêzîkî 37 hezar penaber bêyî alîkarî, bi derfetên xwe dijîn. Ev penaber di embaran de, di malên xwelî de, di çadirên xwe de, di avahiyên neqediyayî de û di malên ku kirê kirine de dijîn. Nêzîkî 30 hezar Kobanêyi yên ku li Pirsûs û Rihayê cih ji xwe re peyde nekirine jî, li hin bajaran belav bûne. Li gor vê belavbunê li Amedê 11 hezar, li Mêrdînê 4 hezar, li Meletî 3 hezar, li Semsûrê 5 hezar û 500, li Dîlokê 4 hezar û 500 û li Antalyayê jî 800 Kobanêyî hene
Rikberiya KAR û AFAD’ê ya kampan
Pirsgirêkên herî mezin ên koçberên Kobanêyî hewandin, serma, adan, tendurustî û cil û berg in. Roj bi roj alîkariya ku ji penaberên di 226 çadirên ji 5 kanpên ku ji alî Komîsyona Alîkariya Rojava, Maseya Qeyranê ya Kobanê û Şaredariya Pirsûsê ve hatine sazkirin de dijîn û yên ku bi derfetên xwe dijîn kêm dibe. Şaredariya Pirsûsê û AFAD hewl didin ku dû kampên nû yên çadirî saz bikin, lê hate ragihandin ku Walîtiya Ruhayê nehiştiye ku Şaredarî kampa nû saz bike. Kampeke nû ya ku AFAD’ê ew saz dike jî heye. Tê ragihandin ku ev kamp dikare 20 hezar kesî bihewîne, lê belê AFAD’ê ew wek ku dikare 50 hezar kesî bihewîne nîşan daye. Komîsyona Alîkariya Rojava nahêle ku koçber biçine vê kampa nû ya AFAD’ê û li dij vê helwestê AFAD’ê jî dest bi valakirina kampên ku şaredariyê saz kiribû. Ev rikberiya di navbera Komîsyonê û AFAD’ê de dom dike, lê belê rewşa koçberan xerabtir dike. Ji ber ku AFAD’ê hatina alîkariyên xwe rawestand û alîkariyên ku ji Komîsyona Alîkariyê re tên kêm bûne, koçberên bê çadir ber bi xeteriya birçîbûnê ve diçin.
Perwerdehiya tirkî û erebî didine zarokên kurdan
Ji alî din ve, ji ber ku AFAD’ê di çadirên ku di qadên leşkerî û Dibistana Herêmî ya Leylî de saz kiribû de polîtîkayên asimilasyonê dabû destpekirin, Kobanêyiyan xwestibûn ji van çadiran derkebin. Lê belê AFAD’ê nehiştibû ku ji van çadiran derkebin. Ji ber ku di çadirên AFAD’ê de perwerdehiya zimanên tirkî û erebî hatine ferzkirin Kobanêyî naxwazin biçine çadirên nû yên AFAD’ê.
Dewletê alîkarî rawestand
Li Pirsûsê, rikberiya navbera KAR û AFAD’ê didome. Her çiqas Serokwezîr Ahmet Davutoğlu ji bo Kobanêyiyan gotibe “Ev der mala we ye” û ragihandibe ku ‘ew ji Kobanêyiyan re hemû alîkariyên pêwîst dikin’ jî alîkariyên dewletê rawestiyan. Li gor agahiyên ku ji xebatkarên AFAD’ê têne wergirtin; Heta ku Kobanêyi neçine çadirên AFAD’ê wê alîkarî neyêne kirin.
Di 3 mehan de 800 pitik
Di rojên destpêkê yên koçê de piraniya jinên dûcanî, ji ber tirsa êrîşan zarokên xwe zû anîn dinyayê. Di sê mehên dawî de li Pirsûsê jinên Kobanêyî 800 zarok anîn dinyayê. Di zayîna van zarokan de kesên dilniyaz alîkariya van jinan kirin. Hat ragihandin ku ji ber di mercên ne tendurust de zayîn pêk hatine, hin zarok mirine.
Kesên li Erafê…
10 hezar Kobanêyiyên ku di kêliya koçkirinê de erebeyên xwe li binxetê hiştin û yên ku bi hêviya ku wê vegerin Kobanê, li gel êrîşên DAIŞ’ê yên topbaranî yên li ser xeta sînor jî, dîsa xwe ji ser sînor nadin alî. Li gor xeteriya şer, carcaran hin kes vedigerin Kobanê. Ji ber êrîşên DAIŞ’ê ên li ser navenda bajêr, 10 hezar kes, li gel serma û seqema zivistanê jî li ser sînor in. Pêdiviyên Kobaniyiyên ku di navbera Pirsûs û Kobanê, di qada bi mayinkirî de li benda vegerêne jî, ji alî gundiyên heremê ve têne terxandin.
Bijîşkên dilniyaz xizmetên tendurustiyê didin
Li Pirsusê, bijîşkên dilniyaz xizmetên tendurustiyê pêk tînin. Bijîşkên girêdayî Sendîkaya Kedkarên Tendurustiyê û Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê, li kampên çadirî, di revîrên çadirî de bi domdarî xizmetên tendurustiyê pêk tînin. Di şertên zivistanê de ji ber ku pergala binesaziya avên qirêjî yên kampên çadirî ne bi rekûpêk in û hejmara koçberan pir e, xizmetên adan û pêdiviyên din baş pêk nayên. Ji ber hejmara jinên ku divê di warê şopandina dûcaniyê de bêne kontrolkirin û bêne parzakirin pir zêde ne, bijîşkên dilniyaz têra van xizmetan nakin.
BasNûçe
