Şêx Ceifer: Kesê li pêşiya yekxistina Pêşmerge bisekine divê bê cezakirin
Wezîrê berê yê Pêşmerge û Fermandarê Hêza 70 ya Hêzên Pêşmerge û Endamê Polîtburoya YNKê, Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji Rûdawê re behsa yekxistina Hêzên Pêşmerge û nameya 7 xalî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Wezareta Pêşmerge kir.
Di 14ê Berfenbara 2014an de Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyeke 7 xalî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kir wekî rênimayî daxwaz ji wezaretê kir ku hizbayetî li nav rêzên Pêşmerge de nemîne û hêza Pêşmerge li ser bingeheke niştîmanî bê rêkxistin.
Şêx Ceifer Şêx Mistefa derbarê wê nameyê de wiha got: “Yekxistina Hêzên Pêşmerge karekî girîng û pîroz e. Heta niha Hêzên Pêşmerge nebûne yek ji ber pirsgirêkên darayî. Pêşmerge beşeke ji pergala bergiriya Iraqê û her sal navê wê di budceya Iraqê de tê, lê tenê yek dolarî ji Bexda ji Pêşmerge re nehatiye.”
Wezîrê berê yê Pêşmerge da zanîn ku biryara yekxistina Hêzên Pêşmerge ne nû ye û wiha domand: “Em wek YNKê haya me jê hebû û em aliyekî sereke ne ji wê biryarê. Endamên Polîtburoya YNKê ligel wê yekê ne ku ti hêzeke leşkerî li derveyî Wezareta Pêşmerge nemîne û hemû ligel yekxistina Hêzên Pêşmerge û Asayîşê ne, ku yek serok û yek hikûmet û yek hêza me li hemû Kurdistanê hebe.”
Derbarê hewlên Serok Barzanî, Şêx Ceifer wiha got: “Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê ye, her wiha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî ye û erkek giran li ser milê wî ye, lewma divê di hemû waran de biryarên wêrek bide, ji ber ku rewş pir hestyar e. Ew biryara 7 xalî jî yek ji biryarên wêrek e û hemû kurd piştgiriyê lê dikin û her kesek kêmtir xem bû rê li pêşiya wê girt, divê bi giranî were cezakirin.”
Rudaw
