• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞ 3 parêzerên jin gulebaran kirin

Gulan Media January 6, 2015 Nûçe
DAIŞ 3 parêzerên jin gulebaran kirin
Çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) 3 parêzerên jin li bajarê Mûsil ê iraqî gulebaran kirin.

Çavkaniyeke agehdar ji rewşa bajarê Mûsilê ji medyay erebî re rgihandiye ku, îro 6ê Çile, çekdarên DAIŞê 20 xort li nava bajarê Mûsilê gulebaran kirin, bi hênceta ku wan xortan karên diziyê kirin e.

Ji aliyek din ve, çekdarên DAIŞê 3 parêzerên jin, ku li dadgeha tawanan a Mûsilê kar dikirin û berî çend mehan ji aliyê çekdaran ve hatibûn giritn, li nava bajarê Mûsilê gulebaran kirin.

Li go çavkaniyên ji nava Mûsilê didin zanîn, her kesek ku baweriyê bi hizir û baweriyên DAIŞê neke, ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve tê gulebaran kirin.

Roja 10ê Hezîrana borî, çekdarên DAIŞê derbasî bajarê Mûsilê bû, heta niha jî ew bajar di bin destê wan de ye.

Basnews
Top