• Monday, 16 February 2026
logo

Li Dêrikê 13 xort ji bo leşkeriya neçarî hatin girtin

Gulan Media January 6, 2015 Nûçe
Li Dêrikê 13 xort ji bo leşkeriya neçarî hatin girtin
Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê 13 xort bi hêceta leşkeriya neçarî ji aliyê hêzên asayişa bajêr ve hatin girtin.

Peyamnêrê Rûdawê li Dêrikê, ragihand ku roja yekşema borî (4ê Çile) 13 xort ji aliyê asayişa bajêr ve hatin girtin.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ew xort ji ber leşkeriya neçarî hatine girtin çimkî piştî girtinê ew veguhestin kampa perwerdeyê ya Qamişloyê.

Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, di nav wan xortan de 6 ji bajarê Hesekê, 3 ji Dêrikê û 4 ji Qamişloyê bûn.

Dêrik girêdayî Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye ku ji aliyê PYDê ve tê birêvebirin.

Rudaw
Top