• Monday, 16 February 2026
logo

Berhem Salih nakokiyên YNKê dibe Amerîka

Gulan Media January 6, 2015 Nûçe
Berhem Salih nakokiyên YNKê dibe Amerîka

Endamekî Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) radighêne ku çareserkirina nakokiyên partiya navbûrî di vê qonaxê de karekî zehmet e. Berhem Salih jî di heftiya bê de ber bi Tirkiye û Amerîka ve bi rê dikeve.

Di nêrîna Endamê Serkirdatiya YNKê Şalaw Elî Eskerî de, hinek ji berpirsên pile bilind ên YNKê wan nakokiyan bi tiştek lojîkî nabînin û dixwazin bandora nakokiyan kêm bikin.

Di hevpeyvînekê ligel heftenameya Bas de, Şalaw Elî Esker diyar kir ku, lidarxistina kongreyekî tendirust take alternatîv e ji bo çareserkirina nakokiyan, lewma dibîne ku pêwîst e kar ji bo girêdana kongreyekî rasteqîne û aktîv bê kirin û wiha berdewam kir: “Niha pêgeha malbata Taleban bihêz e, lê kongr qebûl nakin.”

Di demekê de ku nakokiyên YNKê gehiştine astê herî bilind, biryare di hefteya bê de Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih Kurdistanê bi cih bihêle û serdana her yek ji Tirkiye û Amerîka bike, hinek çavkanî jî dibînin ku armanc ji vê serdanê bidestxistina piştgiriya Tirkiye û Amerîka ye ji her gavekê ku ji encama milnedana baskê dest dirêj ê YNKê derkeve holê.

Çavkaniyeke nêzîk ji Berhem Salih jî amaje bi wê yekê dike ku, tevî ku pareke mezin ya vê serdanê girêdayî projeyeke taybet bi proseya aştiyê li Tirkiye ye, lê ew yek jî neveşart ku yek ji bijardeyên Berhem Salih avakirina partiyek nû ye, nedûre jî ku di vê tevger û livînê de bixwaze piştgiriya Amerîka û Tirkiyê bi gavek wiha bidest bixe.

Basnews
Top