Şevê din zererek mezin li Mexmûrê gihîşt DAIŞê
Fermandeyê Eniya Guwêr-Mexmûrê yê Pêşmerge Şîrwan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku duhî saet 19:30ê çekdarên DAIŞê êrişî gundê Sultan Ebdullah kirin û xwestin kontrola gund bi dest bixin lê piştî şer û pevçûnên ku saetek û nîvê dom kirin, Hêzên Pêşmerge karîn wê êrişê têk bibin.
Herwiha Şîrwan Barizanî bal kişand ser wê yekê ku çekdarên DAIŞê têkçûna seqayê bi derfet zanîn heya êrişî ser Pêşmerge bikin lê hemû dema li çeperên şer Hêzên Pêşmerge di amadebaşiyê de ne daku parastina axa bikin.
Fermandeyê Eniya Guwêr-Mexmûrê yê Hêzên Pêşmerg got di şerê şeva borî de zererek mezin gihîştiye DAIŞê û li gorî agahiyan di destpêkê de jî emîrek yê bi navê Zekeriya yê rêxistinê birîndar bûye.
Rudaw
