• Monday, 16 February 2026
logo

Berbijêrê Kurdan bû serokê Hevpeymaniya Sûriyê

Gulan Media January 5, 2015 Nûçe
Berbijêrê Kurdan bû serokê Hevpeymaniya Sûriyê

Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê serokek nû li şûna Hadî el–Behre helbijart, Kurdên di nava hevpeymaniyê de jî piştgiriya serokê nû di hilbijartinan de kirin e.

Ji roja 2ê Kanûnê ve, Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê li bajarê Stenbolê dest bi civînên xwe kiriye, ji bo gotûbêj kirina çend pirsên girîng di rojevê de.

Di civîna xwe de, helbijartina serokek nû ji bo Hevpeymaniya Mixalefeta Sûriyê birêve çû, ku her yek ji Nesir Herîrî û Xalid Xoce hevrikî li ser bidestxistina wê postê dikirin.

Çavkaniyeke taybet ji nava civînên hevpeymaniyê ji BasNewsê re ragihand ku, Kurd ên din nava hevpeymaniyê de piştgiriya Xalid Xoce dikrin da ku bibe serokê hevpeyamniyê, di dawiyê de jî navbûrî bi serket.

Li gor mercên helbijartinan di Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê de, pêwîste berbijêrê serokatiya hevpeymaniyê ji sedî 51ê dengan bidest bixe heta ku bibe serok, Xalid Xoce jî sedî 56 deng bidest xistin.

Hevpeyamniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê wê di vê civîna xwe de, helwesta xwe ji konferansa Moskoyê, ku biryare 26–29 vê mehê lidarbikeve, yek alî bike.

Basnews
Top