• Monday, 16 February 2026
logo

Wezîrê navxwe li gel heyeteke olî ya Mesîhî civiya

Gulan Media January 5, 2015 Nûçe
Wezîrê navxwe li gel heyeteke olî ya Mesîhî civiya

Wezîrê navxwe pêşwaziya heyeteke olî ya Mesîhî kir.

Duh wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê pêşwaziya Serokê Kilîseya Sûriyanî ya Ortodoks li cîhan û metranê Mûsil û Kurdistanê kir.

Di civînekî de rewşa Penaberên Mesîhî yên li Kurdistanê hate nirxandin.

Her di vê civîna han de heyeta mêwan jiber hevkariyên ku pêşkêşî Penaberên Mesîhî kiriye spasiya hikûmeta Kurdistanê kir.

Heyet herwiha spasiya hêzên pêşmerge û qehremaniya hêzên pêşmerge jî kirin ku li dijî terorîstên DIŞIê şer dikin.
Top