Ji ber berfê li Bakurê Kurdistanê rê hatin girtin
Li gorî ajansa li Bakûrê Kurdistanê li bajarên Dêrsimê,Wan, Mûş, Bedlîs, Qers û Colemêrgê û navçeyên wan du roj in berf dibare û jbo sedema ku gelek rê hatin girtin.
Hat ragihandin ku, li bajarê Dêrsimê rêyên 67 gundên girêdayî Xozat, Facîxê, Pilemorê hatine girtin û çûn û hatin di navber wan û navçe û bajaran de rawestiya û tîmên berfê dest bi paqijkirina berfê kirine.
Herwiha li bajarê Mûşê jî 15 welatî di wesayîtikê de ji ber şapê li ser rê asê mabûn, piştî çend saetan tîmên hawarçûnê ew rizgar kirin.
Her dîsa di encama berfbarîna zêde de, duh balefirên sivîl yên dihatin Wanê çend demjmêran ranebin.
Rudaw
