• Monday, 16 February 2026
logo

Lêvegera Siyasî dê li Qamişlo bicive

Gulan Media January 4, 2015 Nûçe
Lêvegera Siyasî dê li Qamişlo bicive
Endamê Desteya Lêvegera Siyasî yê ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku, iro demjimêr 15.00’an Desteya Lêvegera Siyasî dê li bajarê Qamişlo civîna xwe ya yekemîn li dar bixe.

Hêjayî gotinê ye ku, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja 14-22’ê Cotmeha 2014’an de li bajarê Duhokê hevpeymaneke ji 3 bendan îmze kiribûn ku yek van bendan avakirina Desteya Lêvegera Siyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bûye.

Xendan
Top