• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞ budceya 2015an destnîşan kir

Gulan Media January 4, 2015 Nûçe
DAIŞ budceya 2015an destnîşan kir
Rêxistina DAIŞê biryar li ser budceya sala 2015 da, ku ji 2 milyar dolar pêk tê û tê pêşbînîkirin ku 250 milyon dolar zêde bibe.

Li gorî hinek serok eşîretên alîgirê DAIŞê, ji bilî pêşxistina bajaran, DAIŞ mûçe dide hejar û jinbî û perîşan û malbatên ku kurê wan di lêdana balafiran de hatine kuştin.

Melayê mizgeftekê li Mûsilê bi navê Şêx Ebû Sedî Ensarî ragihnad: “Budceya vê salê ya Dewleta Îslamî 2 milyar dolar e, ew jî bo hemû navçeyên di bin destê wan de li Iraq û Sûriyê.”

DAIŞ ji bilî firotina petrolê û wergirtina zekat û bacê ji şirket û dewlemendan, di dema girtina Mûsil û Tikrît û Felûca û 13 bajarokên din, destê xwe danîn ser 62 bankan.

Lê şarezayên aborî dibêjin ku, ji ber xerabiya rewşa aborî û xizmetguzarî, rastî rexne û guvaşekî mezin ji aliyê xelkê tên.

Rudaw
Top